Wezîrê Perwerdehî yê Fransayê ragihand ku li dibistanên dewletê lixwekirina şerpe û kitanan qedexe ye û wiha got: “Dema ku hûn derbasî polê bibin, divê hûn nizanibin xwendekar ji kîjan olê ne”.
Wezîrê Perwerde yê Fransayê Gabriel Attal, ragihand ku kincên abayê, şerpe û kitanên ku li dibistanên fermî hin xwendekarên misilman li xwe dikin, qedexe ye.
Bi vê biryarê di 4ê Îlonê de, ku sala nû ya xwendinê dest pê kiribû, çûna dersa bi aba, şerpe û kitanê hat qedexekirin. Ev ne biryara yekem e ku Fransa di vî warî de distîne.
Di sala 2004an de bi hinceta ku qanûnên laîktîyê binpê dike, di dibistanên dewletê de şal hat qedexekirin. Wezîrê Perwerdehîyê Attal ji televizyona dewletê ya TF1 re axivî û qedexe parazt. Attal got: “Dema ku hûn derbasî sinifê bibin, divê hûn nizanibin ku xwendekar ji kîjan olî ne”.