PolîtîkRojev

Kongreya HDPê çîbû!

HDPê kongreya xwe kir û wek dixweyê ji bilî guhertina hevserokên xwe her tişt wek berê ma. Di kongreyên HDPê de tu îrada delegeyên ku tevlî kongreyê dibin tuneye. Hertiş ki Qendîl tê dizankirin û kongre bi tenê şeklî tê çêkirin. Gelo HDPê ji bo çi hevserokên xwe guherin. Vê carê dewsa du kesêb ku nasnameya wan Ereb bûn yek Tirk û yek jî Kurd kirin hevserok.
Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak bûn hevserokên nû yên HDPyê. Ev herdu ji berî kongreyê hatibûn destnîşan kirin. Başe ev herdu hevserok kîne? Sultan Özcan di sala 1965an de li navçeya Develi ya Qeyseriyê ji dayik bûye. Piştî demekî malbata Ozcan bar kirine çûne Edenê bûne niştecî, di sala 1985’an de li Zanîngeha Çukurovayê dest bi kar kir.
Piştî 12 salan karê medenî, di warên cuda de di sektora taybet de xebitî. Özcan di rêveberiya sendîka û komeleyan de cih girtiye.Jineke Tirk e û çepe. Di Hilbijartina Giştî ya 7’ê Hezîrana 2015’an de bû Namzetê parlementeriyê di HDPê de.
Cahît Kirkazak di sala 1979’an de li Farqîna Amedê ji dayik bûye. Dibistana Pîşeyî ya Edaletê ya Zanîngeha Enqereyê, Beşa Îdareya Giştî ya Zanîngeha Anadoluyê, Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Kocaeliyê û herî dawî jî Fakulteya Civaknasiyê ya Zanîngeha Anadoluyê qedand.

Kirkaza di sala 1998an de dest bi kariyera xwe ya medeniye kir. Di Hilbijartina Giştî ya 2018’an de bû namzetê parlementeriyê herêma 2’yemîn a HDP’ê ya Bursayê. Niha endamê rêveberiya Partiya Çep a Kesk ye. Kirkazak parêzerê hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş e.
HDP ji hir pêde jî karê xwe hemûyê radestî Partiya Çep a Kesk dike. Niha taybetî piîtî kongreyê kurdên di nava HDPê de hinek tiştan gotubêj dikin û ev cara ewile ku di nava HDPê yan jî dezgehên girêdayî PKKê dengek bilind hinek gazind dikevin rojevê.

Back to top button