
Di fermandarîya Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de guhertinek çêbû. Sererkan Joel B. Vowell bû fermandarê nû yê Hêzên Koalîsyona li dijî DAIŞê.
Di daxuyanîya Fermandehîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)de hat gotin ku Orgeneral Joel B. Vowell bi fermî wek Fermandarê Giştî ya Hêzên Hevpeymanîya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê hatiye erkdarkirin. Merasîma radestkirina ku li Bexdayê hat lidarxistin, bi serokatîya Fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurrilla hat kirin.
Koalîsyona bi pêşengîya Amerîkayê di şerê li dijî DAIŞê de li gel Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li Rojava piştgirî û alîkarîya hewayî dide Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) ya bi pêşengiya Kurdan.