CivakRojev

Yekîtîya pêşmerge ji bo bihêzkirina Herêma Kurdistanê girîng e

 

Berdevkê berê yê Hevpeymaniîa Navdewletî ya Dijî DAIŞê Kolonel Myles Caggins, daxuyand ku yekrêzîya hêzên pêşmerge ji bo bihêzkirina Herêma Kurdistanê girîng e.

Berdevkê berê yê Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞê Kolonel Myles Caggins nirxandinek kir û girîngîya yekrêzîya hêzên pêşmerge anî zimên. 

Albay Myles Caggins, diyar kir ku li kampên li Rojava nêzî 50 hezar çeteyên DAIŞê hene û ji ber sedemên cuda vejîna rêxistinê li cihên ku pêşî lê derketiye, hene.  

Caggins, diyar kir ku hêzên Amerîkayê helwesta xwe guhertiye û ji bo paraztina ewlekarîya cihên ku çeper lê vekirî ne, pêwîstî bi hêzek zêdetir heye û teqez kir ku Amerîka piştevanîya Herêma Kurdistanê di proseya yekkirina Hêzên Pêşmerge de dike. Caggins herweha got ku hin komên siyasî naxwazin ev yekgirtin pêk bê. 

Caggins, amaje bi wê yekê jî kir ku yekrêzîya hêzên pêşmerge ji bo bihêzbûna Herêma Kurdistanê girîng e û got: “Pêwîste alîyên siyasî yekrêzîya hêzên pêşmerge di ser berjewendîyên xwe re bigrin”.

 

Back to top button