Nivîsar

YNK Kongreyê xwe li dartêxe. Lê?

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) roja 27/9/2023 kongreya xwe ya pêncemîn lidar dixe

Kongreya YNKê ya herî dawî, piştî wefata Celal Talabanî roja 23.12.2019ê çaremîn kongreya YNKê hatibû lidarxistin. Di vê kongreyê de sistema rêxistinî ya YNKê hatibû guhertin û YNKê Bafel Talebanî û Lahur Şêx Cengî wek hevserokê YNKê hatibûn hilbijartin. Yanî ev herdu hevserok dewsa Celel talabanî de hatibûn danîn.

Lê piştî kongreyê, di navbera her du baskên YNKê de nakokî gelek dijwar derket û kar û barên navxwe yên YNKê bi temamî têk çûn,YNK bi awayek vekirî bibû du serî her yek ji hevserokên YNKê kar di rêyên cuda de dikiran. Heta wê radeyê ku Bafel Talebanî xwe wek serokê YNKê ragihand û Lahur Şêx Cengî jî ji kar derxist. ..

Lihevkirina hesaban dest pê kir û di vî şerê ne diyar yê di navbera herdu aliyan de kuştin destpêkir û çend serkirde û fermandarên leşkerî hatin qetilkirin û kujerên wan nehatin dîtin û eşkerekirin.

Hemû çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku eger YNK di vê rewşê de biçe kongreyê dê encamên xirab derkevin holê.

Gelek endam, kadro û berpirsên YNKê neçar in îstifa bikin.

Gelek endam û kadroyên pêş ên YNKê dev ji kar berdidin. Ji destkar berdana wan ji ber wê yekê ye ku ew ditirsin ku rojekî ew jî wek Karwan Elî Şemer, Hawkar Caf, Murad Kanî Kurdayî, Akam Omerî û Niyaz Dergalayî bên kuştin ji ber ku ev diyarde li parêzgeha Silêmaniyê berdewam e.

Nêrîn / Şîrove

Back to top button