CivakRojev

Ji bo xurtkirina hestên Niştimanperweriyê bixebitin

Li dirêjahiya serdana xwe ya devera Behdînan û civînên li gel çînên cûda cûdayên wê deverê roja sêşema 22ê Tebaxa 2023 li bajarê Dihokê Serok Mesûd Barzanî li gel mamostayên zanîngehê û perwerde û akademiyên tixûbê devera Behdînanê civiya.

Li vê civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û têda ji bilî balkişandina li ser rola serekiya mamostayan li pêgihandina ciwanan û pêşxistina civakê û zanistê, spas û pêzanînên xwe pêşkêşî mamostayên zanîngehê kir ku li hemû rewşek da li sengera pêgihandin û zanistê bûne û dilsozane xizmeta xelkê Kurdistanê kirine û nehiştine proseya xwendin û fêrkirinê bê ragirtin.

Serok Barzanî ronahî xiste li ser rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û tekez li wê yekê kir ku hemû hewlekî xwe dide ji bo ferahembûna bingehên ji bo yekbûn û yekdengiya di navbera aliyan pêkbê. Her wiha ewe jî behs kir ku cûdahiya bîr û ramanan babetekî xwezayî û sirûştiye lê belê pêwîst dike li ser armancên stratejî û niştimanî de li navbera aliyan de hevrayiyeke tevahî hebê.

Serok Barzanî balkişand li ser dîroka dewleta Iraqê ku li ser bingeha şeraketa Kurd û Ereb hate damezrandin lê belê ew şerakete hate piştgûh xistin û beşa Kurdistanê jenosayd û hewla ji navbirina mîlletê me bû û li piştî rûxana rejîma berê ew derfet hate pêş ku Iraq li ser bingehên şeraket û tewazun û tewafuq û bi piştbestina bi destûrê jiyanekî nû destpêbike, lê belê dîsa pişt li wan bingehan û destûrê kirin û niyeta lawazkirina Herêma Kurdistanê û birçîkirina xelkê Kurdistanê li nav beşek li desthilatdarên Iraqî de peyda bû. Her di derbarê vê babetê û hengavên dawî yên ji bo çareserkirina kêşeyan, Serok Barzanî amadebûyên civînê ji encama serdana vê dawiyê ya şanda bilinda Partiya Demokrata Kurdistanê ya ji bo guftûgo li gel aliyên Iraqiyan agahdar kir.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku bi niyazin bêhêvîtiyê belav bikin û hesta niştimanperwerî û bihayan li nav civakê de nehêlin û daxwaz kir ku mamostayên birêz rûbirûyê wê yekê bibin û kar ji bo kûrtirkirina hesta niştimanperwerî û pêkvejiyana siyasî û civakî bikin.

Serok Barzanî behsa hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo binyatnana perwerde û peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan û çavkaniyên dinê dahatê ji bo Herêma Kurdistanê û her wiha peydakirina çareseriyên ji bo sedemên koçkirinê û rûbirûbûna maddeyên hişber û daxwaz jî li mamostayan û akademisyenan kir ku li wê erka hestiyar da hevkar û palpişt û rênîşanderê Hikûmetê û aliyên peywendîdar bin.

Her li vê civînê de dergeha raguhertin û pirsiyar û pêşniyaran ji bo amadebûyan hate vekirin û Serok Barzanî berçavrûnî û bersîvên pêwîst ji bo têbînî û pirsiyarên amadebûyên civînê da.

Back to top button