
Rojnamevan û dîplomatê Amerîkî Mark Straw wek Konsulê Giştî yê Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin. Hat zanîn ku Mark Straw ji bo salekê wek Konsulê Giştî yê Herêma Kurdistanê hatiye destnîşankirin.
Konsulê nû yê Amerîkayê Mark Straw serdana Ofîsa Pêwendîyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ligel Berpirsê Fermangeha Pêwendîyên Derve Sefîn Dizeyî civîya.
Di hevdîtinê de Sefîn Dizeyî pîrozbahîya Mark Straw kir û hêvîya serkeftinê jê re xwest. Sefîn Dizeyî da xuyakirin ku Fermangeha Pêwendîyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sazîyên hikûmetê amade ne ku li ser bingeha berjewendîyên hevbeş her cûre hevkarîyê pêşkêş bikin.
Konsulê Giştî yê nû Mark Staw spasîya Sefîn Dizeyî kir û ragihand ku pêşxistina peywendîyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê beşek girîng a bernameya wan e.


