
Rêjeya sedî 80 serlêdanan ku ji alîyê Kurdan ve hatine kirin, daket sedî 4,8an.
Di sala 2022an de li Almanyayê 23 hezar û 938 serlêdanên penaberîyê hatin kirin. Di 7 mehên destpêkê yên îsal de (Çile-Tîrmeh) serlêdanên welatîyên Tirkîyê gihiştiye 23 hezar û 82 kesan ku piranîya wan Kurd in. Tirkîye di serlêdanên penaberîya ku di van salên dawîn de li Almanyayê hatine kirin de, piştî Sûrîye û Afganîstanê di rêza sêyemîn de ye.
Di Tîrmeha 2023an de bi 3 hezar û 791 serlêdanan Tirkîye cara yekem ji Afganîstanê derbas bû û piştî Sûrîyê bû duyemîn welatê ku herî zêde serlêdana penaberîyê kiriye. Her ku hejmara penaxwazan zêde dibe, rêjeya qebûlkirina serlêdanan li Almanyayê gav bi gav kêm dibe.
Daîreya Koç û Penaberan a Almanyayê (BAMF) ragihand ku ji sedî 15ê serlêdanên welatîyên Tirkîyê yên di heyama Çile-Tîrmehê ya îsal de hatine qebûlkirin. Ev rêje par ji sedî 27,8 û di sala 2021ê de jî ji sedî 37,2 bû.
Ji sedî 80ê penaxwazan Kurd in
Li gor agahîyên ku BAMFê dane, di sala 2021an de ji 7 hezar û 67 serlêdanên penaberên ji Tirkîyê 3 hezar û 878 Kurd in. Ji zêdetirî 23 hezar serlêdanên ku par hatin kirin, ji sedî 81 zêdetir Kurd bûn.
Di heyama Çile-Tîrmeha îsal de ji 23 hezar kesan 19 hezar û 220 kesan ji rayedarên Almanyayê re ragihandine ku ew Kurd in.
Piranîya serlêdanên penaberên Kurd tên redkirin
Balkêş e, di serlêdana penaberan de Tirkên ku ji Tirkîyê hatine zêdetir tên qebûlkirin. Rêjeya qebûlkirina serlêdanên kesên ku gotine em Kurd in daketiye ji sedî 8,2. Di 7 mehên destpêkê yên îsal de ji sedî 59,8ê penaxwazên ku gotine “Ez Tirk im” bersiva erênî wergirtine. Bersiva qebûlkirina Kurdan jî hema hema nîvî kêm bûye û bûye ji sedî 4,8.


