
Li bajarê Ebû Zebî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan civiya.
Di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên dostane yên navbera dewleta Îmaratê û Herêma Kurdistanê gotûbêj hat kirin û tekezî li ser girîngiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navbera herdu aliyan di hemû waran de hat kirin.
Di beşeke din a civînê de rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş, hatin gotûbêjkirin.



