
Li rojavayê Kurdistanê, Partiya Gel a Kurdistanî – Sûriyeyê yekemîn kongreya xwe li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di kongreyê de rewşa rêxistinî ya partiyê, taybetî rewşa Sûriyeyê û Kurdistanê hate nirxandin.
Di kongreyê nexşerêya Partiyê li ser van babetan da pêşiya xwe.
- Ji bo danpêdana destûrî bi mafên neteweyî yên gelê Kurd li Sûriyeyê
- Ji bo Sûriyeke ku teror û tundrewî lê nebe
- Ji bo bidawîanîna dagirkariya Tirkiyeyê li navçeyên Kurdistanî
- Ji bo yekîtî û yekrêziya Kurdan
- Ji bo peydakirina mafên hemû pêkhateyan li Sûriyeyê
- Ji bo aktîvkirina rola ENKSyê
Herwiha beşdariyên kongreyê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xwest ku “dest ji kiryarên revandin, girtin û birina ji bo leşkeriya bi zorê berde.”


