
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu,yê ku di hilbijartinan de piştgirî da Erdogan û ji lîsteyên AK Partîyê 4 wekîl derxist, bertek nîşanî bilindbûna Baca Xerckirina Taybet ya ku ji teref hikûmetê ve bi hinceta ‘li herêmên erdhejê xerc dike’ da.
Yapicioglu, destnîşan kir ku divê meriv barê xizan û feqîran girantir neke. Zekeriya Yapicioglu, beşdarî 3.emîn kongreya asayî ya partîya xwe ya ku li Navenda Çanda Ataturk a Pendikê hat lidarxistin bû, di axavtina xwe de diyar kir ku ew bi 3 armancên sereke ketine hilbijartina 14ê Gulanê. Yapicioglu diyar kir ku ji vana ya yekem ji nû ve bijartina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ya duyemîn nûnertîya partiya wî ya li Meclisê ye û ya sêyem jî ew e ku Tifaqa Gel piranîyê bi dest bixe û diyar kir ku ev 3 armanc bi ser ketine. Yapicioglu diyar kir ku bi temamkirina kongreyên parêzgeh û navçeyan ewê bi hêztir bikevin hilbijartinên herêmî.
GER PÊWIST BE DIVÊ BAC JI DEWLEMENDAN BÊ STENDIN
Yapicioglu, diyar kir ku bi taybet piştî hilbijartinan di polîtîkaya aboriyê de ferq û guhertinek heye û got: “Heke hûn ji kesên ku zêde qezenc dikin û ji yên ku kêm qezenç dikin bac bistînin, hûnê di dabeşkirina dahatê de hinekî zêdetir edaletê bi dest bixin. Hûnê ferqê kêm bikin. Bac ji yên ku zêde qezenç dikin zêdetir tê stendin. Ji yên ku kêm qezenç dikin divê kêmtir bê stendin. Ger hewce bike divê ji dewlemendan zêdetir bac bê stendin”.
Gotinên Yapicioglu ji alî gelek kesan ve wek ” di nav HUDA-PAR û AKP de nakokî derket” hat nirxandin.


