CivakRojev

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê rojev hilbijartinin!

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê partiyên siyasî ji bo hilbijartinên şeredariya ji niha ve dest kar û xebatek berfireh kirine. Hilbijartin dawiya meha Adara 2024ê çêdibin. Armanca partiya desthilat ewe ku bajarên mezin wek Stanbul û Enqere ji destê CHPê derêxe. Hilbijartinên berê IYI Parti û HDPê Stanbul,Enqere,Edene û mersînê piştevaniya kandîdatên CHPê kirîbûn. Ji bo vê jî CHP di van bajaran de serkeftin destve anîbû.Lê dixweyê vê carê li hevhatin çênabin. AK partiyê jî stratejiya xwe ya van bajaran li ser vê yekê ava kiriye.

MHP ji bo hilbijartina bangî IYI Partiyê kir û daxwaz ji IYI partiyê kir ku, bi hevre havkariyeka hilbijartina pêkbînin.Lê IYI partiyê da xûyakirin ku, ew dê rêya xwe de herin .Herweha hinek berpirsên IYI Partiyê jî dan xûyakirin ku, eger hevdîtinek li gel MHPê werê kirin ,gerek AK Partî ne di nav de be.

Niha jî Partiya Pêşerojê û Partiya Saadetê hevkariya xwe ragihandin. Wek tê zanîn van herdu partiyan ji bo fraksiyona xwe di parlementoyê de avabikin di bin navê partiya Sadetê de gurubek pêkanîne.

Cardin hilbijartin di rojeva Tirkiye de ne, dixweyê piştî hilbijartinên giştî AK aprtî bi hêvî bûye ku cardin bajarên mezin destve bîne.

Back to top button