CivakRojev

Dronên Tirkiye otomobilek a PKKê kir armanc

Dronên artêşa Tirkiye li devera Silêmaniyê otomobilek a çekdarên PKKê kir armanc û di encam de, berpirsekî PKKê , çekdarek û şofêrê otomobilê jiyana xwe ji dest da.

Di vê derbarê de Dije Terora Kurdistanê daxuyaniyek belav kir ku tê de hatiye diyarkirin: “Îro Înê 11ê Tebaxa 2023an, di demjimêr 15:30 xulekan de, firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê li rêya Miley Nelme li nêzîkî nahiya Nalparêz a qezaya Pênciwên a li parêzgeha Silêmaniyê otomobîleke çekdarên PKKê kire armanc, di encamê de berpirsekî bilind ê PKKê û çekdarekî din û şofêrê otomobîlê hat kuştin.”

Back to top button