CivakRojev

Rapirsînek balkêş!

Piştî hilbijartinên serokkomarî û parlementoya Tirkiye rapirsînek pêkhat. Belkî niha tu giringiya van rapirsîna tunebe, ji ber ku welatên wek Tirkiye gelek tişt demikî têne guhertin. Lê Adara sala 2024ê hilbijartinên şeredariya heye û rewşa partiya girîng e.

Şîrketa Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya SAL di rapirsîna xwe ya li 26 parêzgehan de ji welatiyan pirsî:

Eger îro hilbijartinên giştî ji bo parlamenteriyê çêbibin hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê?

Li gorî rapirsînê; Piştî dengdêrên bêbiryar hatin belavkirin, rêjeya dengên AK Partiyê ji sedî 33,5, rêjeya dengên CHPê ji sedî 23,7, rêjeya dengên MHPê jî ji sedî 10,2 bû.


Rapirsîn di navbera 14-25 Tîrmeh 2023 de, li Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Bursa, Balıkesir, Diyarbekir, Erzirom, Antep, Hatay, Stenbol, İzmir, Kayseri, Kocaeli, Kirıkkale, Konya, Meletya, Manisa, Mardîn, Samsun, Urfa, Tekirdağ, Trabzon, Wan, Yalova û Zonguldakê bi 2 hezar û 520 kesên 18 salî û mezintir re hat kirin .

ENCAM:

  • AK Parti: 33.5
  • CHP: 23.7
  • MHP: 10.2
  • İYİ Parti: 9.1
  • HDP/Partiya çep a Kesk: 8.4
  • Yeniden Refah Partisi: 3.5
  • TİP: 2.2
  • Zafer Partisi: 2.0
  • Memleket Partisi: 1.5
  • BBP: 1.1
  • Yên din: 4.8


Balkêş e ?
Close
Back to top button