CîhanRojev

Hakan Fîdan bi heyeta Talîbanê re hevdîtin kir


Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan bi Alîkarê Serokwezîrê Hikûmeta Talîbanê Mela Abdulganî Birader û kesên pê re hevdîtinek pêk anî.

Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya Wezareta Karên Derve de, hat destnîşankirin ku hevdîtin li Enqereyê hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Wezîrê me Hakan Fîdan li Enqereyê bi Alîkarê Serokwezîrê Karên Aborî yê Hikûmeta Demî ya Efxanistanê Abdul Ganî Biradar re hevdîtin kir.”


Back to top button