
Ji bo rêxistinên çapemenîyê û şîrketên medyaya civakî yên ku li Iraqê kar dikin, bikaranîna têgînên ‘zayendî’ û ‘hevzayendî’ hatin qedexekirin.
Komîsyona Ragihandin û Çapemenîya Iraqê (CMC) li hemû saziyên medya û medyaya civakî yên ku li welêt kar dikin, peyvên ‘gay’ û ‘hevzayendî’ qedexe kir. Sazîyê daxwaz kir ku li şûna wê, peyva ‘derketina zayendî’ bê bikaranîn.
Li gor nûçeya Reutersê, sazîyê bikaranîna hevoka ‘zayend’ jî qedexe kiriye. Li gor biryarê, hemû kompanyayên telefon û înternetê yên ku ji alîyê sazîyê ve lîsansa wan hatiye dayîn, wê nikaribin di sepanên xwe yên mobîl de van sê peyvên qedexekirî bikar bînin.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê di vê derbarê de daxuyanîyek da û diyar kir, heta niha cezayê ku ji bo binpêkirina yasayê bê sepandin nehatiye diyarkirin, lê dibe ku cezayê pare bê birîn.


