CîhanRojev

Li Îtalyayê keştîya koçberan binav bû: 41 kes mirin

 

Hat diyarkirin ku li girava Lampedusa ya Îtalyayê keştîya ku koçber tê de bûn binav bû û di encamê de 41 kes mirin. Keştîya ku koçber tê de bûn li girava Lampedusa ya Îtalyayê binav bû.

Li gorî ajansa ANSA ya Îtalyayê; Keştiya ku ji Safakes a Tûnisê bi rê ket û koçber tê de bûn, li girava Lampedusa noqî avê bû. 41 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 koçber jî hatin rizgarkirin.

 

Back to top button