Fêkiyek mûcîze hat dîtin ku di 24 saetan de koka penceşêrê zuwa dike. Fêkîyê Miracle li daristanên baranê yên bakurê Queensland a Avusturalya mezin dibe. Ev fêkiya ku navê wê Blushwood e, fêkiyek avhewa ya tropîkal e.
Ji Navenda Berghofer ji bo Lêkolînên Bijîjkî, Li gor lêkolîna Dr.Glen, derket holê ku fêkiya dara bi navê ‘Blushwood’ şaneyên pençeşêrê tune dike. Zanyaran bi enzîma ku ji vê fêkiyê girtine bi ser ketine ku tumorên penceşêrê tune bikin.
Dermanê ku niha di ceribandinê de ye navê EBC-46 lê hatiye kirin.
Lêkolînerê vê fêkiyê Dr. Glen li ser karê xwe dibêje: “Di ceribandinên xwe yên pêş-klînîkî de, me derman û derzî li malzarên xwe kir. Di nav pênc hûrdeman de, birînek li devera derzîyê hat dîtin. Di nava 24 saetan de qada ku tumor lê bû bi temamî reş bû. Piştî çend rojan li herêmê qalikek çêbû. Di nav 1,5 hefteyan de, qalik bi serê xwe ket û tumor winda bû”.
Malpera Berghofer diyar dike ku EBC-46 li mişk, kûçik û hespan bi encamên serkeftî hatiye ceribandin. Di azmûnên laboratuwarî yên ku heta niha tenê li ser heywanan hatine ceribandin de, tê gotin ku di %70 ajalên bi tumor de encamên serketî hatine bidestxistin û tumor hatine tunekirin.