PolîtîkRojev

HDP an PÇK ?

Meclîsa HDPê ji bo ku xebatên xwe binîrxîne û amadekarîyên xwe yên nû di ber çavan re derbas bike li Enqerê li Navenda Giştî ya HDP’ê civîya.

Berî civînê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar daxuyanîyek da û ragihand ku li ber doza girtina HDP’ê ewê ji vir û pê ve hebûna HDP’ê bidomînin, lê têkoşîna xwe jî di bin sîwana Partîya Çep ya Kesk de berdewam bikin.

“Doza girtina HDP’ê wek amûrekî tasfîyekirina sîyaseta demokratîk bû. Emê HDP’ê bidin jiyandin, têkoşîna hiqûqî, civakî û sîyasî bidomînin. Em di hilbijartinan de di bin navê Partîy Çep ya Kesk de beşdar bûn. Ev partî niha di parlementoyê de sêyemîn partîya mezin e. Ji ber egerên hiqûqî, ji vir û pê de emê têkoşîna xwe di bin Partîya Çep ya Kesk de berdewam bikin.”

Piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê di nav HDP’ê de hin gengeşîyên naxweyî destpê kiribûn. Hevserokên Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan di bernameke televîzyonê de ragihandibûn ku ewê di dewra nû de ti erkekê negrin.

Niha li pêşîya HDP’ê û Partîya Çep ya Kesk pêvajoya konferans û kongreyan cî digre. Mîthat Sancar di civîna Meclîsa Partîyê de li ser wê jî rawestîya û hestên xwe wiha anî ziman:

“Piştî hilbijartinê me soz da gelê xwe û hemû rexneyên gel girt û xwe jî li hemberî wan rexnekir. Ev pêvajo hê jî bedewam dike. Emê herî dawî jî konferan pêk bînîn. Di demeke kin de jî emê Kongreya Awarte ya HDP’ê û Partîya Çep ya Kesk çêkin.”

Hêja nayê zanîn ka gelo dê HDP yan PÇK di rojevê debe. Dixweyê niha giraniyê didin PÇKê..

Back to top button