CîhanRojev

Israîl êrîşê Şamê kir

Medyaya dewleta Sûriyê ragihand ku di êrişa mûşekî ya artêşa Îsraîlê li nêzîkî paytext Şamê de 4 serbaz hatin kuştin û 4 serbaz jî birîndar bûn.

Di nûçeyê de ku ji ser çavkaniyên artêşa Sûriyê ve hatiye ragihandin, îro saet 02:20ê sibê artêşa Îsraîlê bi mûşekan êrîşî Girên Golanê yên li nêzî Şamê kir.

Dîsa di heman nûçeyê de hat ragihandin ku pergalên berevaniya hewayî ya Sûriyeyê beriya ku bigihêjin hedefên xwe hin moşek îmha kirine.

Back to top button