PolîtîkRojev

Parlementerê IYI Partiyê: Me ji CHPê zerer dît, em pişgiriya AK Partiyê bikin!

Parlementerê IYI Partiyê yê bajarê Eskişehirê Nebî Hatiboglu, daxûyaniyek da T24ê û got: “Ez wek nêrîna xwe ya şexsî li dijî wê yekê me ku partiya me di hilbijartinên herêmî yên pêş de bi CHPê re tevbigerin. Ev ne tenê nêrîna mine ye gelek parlementerên partiya me ne.”

Hatîpoglu destnîşan kir ku, piştî nirxandina Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener ew ê li gorî biryara ku bê dayîn tevbigerin û destnîşan kir ku divê di hilbijartinên şeredariyan de piştgirî bidin AKP û MHP’ê. Hatîpoglu got: Ez ji parlementerê Eskîşehîrê me û li wir dijîm, mînakekê bidim. Şaredarî bi salan di destê CHP’ê de ye. Divê ez vê bibêjim; Prof. Dr. Mamosteyê me Yilmaz Büyükerşen li Eskîşehîrê karên mezin bi dest xistine. Lêbelê, ew bû 88 sali. Di serdemeke nû de dikare çi bide Eskîşehîrê, alternatîf tune? Ev pirsên girîng in.

Hatîpoglu, destnîşan kir ku wek Îyî Partî di kampanya hilbijartinên giştî de tenê CHP ji wanre bû asteng û got: “Em li her derê, li her qadê rastî helwesteke bêhiş hatin. Li Eskîşehîrê tu piştgirî nedan me, me gelek tişt da wan. Di hevkariya CHP-IYI Partiyê de em her tim windaker in. “Ez difikirim ku dem hatiye ku em dawî li vê hevkarîya bêfunksional bînin”

Back to top button