PolîtîkRojev

PKK li himberî PDKê banga “Yekitiyek Netewî“ dike.!

Dema tiştek nemîne,  herdemî PKK dikare ji bo xwe rojevekî çêbike û berê xelkekî bide vê rojevê û gotubûj li ser bête kirin. Propagandeya derewan û dezenfarmasyon karê siyaseta PKKê ye û bi vê de jî gelekî serkeftine. PKK niha mijûlê çiye? Rastî ew bi xwe jî nizanin dê çi bikin, ji bilî fermana ji dewletên dagirker bigrin û êrîşê destkeftiyên Kurdistanê bikin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Karasu diyar kir divê mirov ne li bendê be ku PDK a ku bi dewleta Tirk re tevdigere wê tevlî yekîtiya neteweyî bibe û got “Divê hemû partiyên Kurdan ji bo yekîtiya neteweyî bên cem hev.”

Mistefa Karasu bi xwe keseke ku nexweşiya Alzheimer pêre heye ew bi xwe gelek cara ji bîr dike û nizanê çi dibêje. Lê dema PKK bixwaze tiştekî bêje û pêşerojê de lê xwedî dernekeve, bi Karasu didin gotin. Ji aliyek din ve bi akilane kerembikin hevpeyvîna Karasu yak u di ANFê de jî hatî belav kirin bixwînin, ka hunê çi jê fam bikin. Tiştek nayê fam kirin û hemû gotinên wî tekrara dehê salane û benîştek bê tam dicû.

Behsa yekitiyek netewî dike, lê vê care dixwaze “Yekitiya Netewî“ li himber PDKê ava bike. Ev çi mejiye ku miletek wek pezê mêşîn li dûv li van gotarên pûç diçe nayê zanîn.

PKK rêxistineke ku, pêwendiyên wan bi Bexda, Şam, Enqere û Tahranê re heye. Lê ev pêwendî li gel dezgehên îstixbarata van welatan re ye. Gelo we rojek ji rojan dîtîye ku, berpirsekî PKKê bi awayek fermi berpirsê welatekî re bicive û ev yek wek nûçeyekî bê ragihandin? Ev xalek gelek girînge û nîşana sixûriyê ye.

Pirsa PDKê ne pirsa partiyekiye. Îro PDK li başûrê Kurdistanê li gel aliyên din ên siyasî desthilateke ku ji aliyê dinyayê ve tê naskirin. Konsulusxaneya bi dehan welatan li Hewlêr heye. Li başûrê Kurdistanê serokê Herêma Kurdistanê û Hukumeta Kurdistanê heye. Parlemento heye û serokê Parlemento heye. Dinya hemû vê yekê qebûl dike. Dema Nêçirvan Barzanî sardana welatekî dike, wek serokê Herêma Kurdistanê sardana xwe dike û bi awayek fermi bi bilindkirina Ala Kurdistanê tê pêşwazî kirin.

Lê PKK û berpirsên wêk Karasu, bang li partiyên Kurda dike û dibêje: Pêwendiyên PDKê li gel Tirkiye hene. Werin em li himber PKKê “Yekitiyek Netewî“ ava bikin. Mixabin tu aliyek bersivekî nade û nabêje; “ ev çi sivikahiye ku hun bi xwe dikin.

Nirxê siyasetê di kifşkirina helwestan de ye. Dema mirov ji bo pirs û gotarên ku ne di berjewendiya Kurdistanê de bin, nabe bê deng bimîne, dive xwedî helwest be. Karasu dema curet bike bi nave PKKÊ bangek bi vî awayî bike, gerek ji aliyê partiyên Kurda ve bihata şermezar kirin. Bê dengî bi xwe delîlê  hinek tişta ye. Bila baş bê zanîn ku, xwediyê PKKê bi xwe tu xêr ji PKKê nedîtiye, vêca wax hale aliyên ku di ava PKKê de avjeniyê dikin…

Nûçe/Analîz

Back to top button