Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê li ser cîbicîkirina yasaya bûdceyê û şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, ligel Hikûmeta Federal gihîşt rêkeftinê.
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxûyakirin ku; “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê gehîşte Bexdayê û li gel şanda Hikûmeta Federal û derbarê cîbicîkirina yasaya bûdceyê de, bi armanca şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê civiya. Di encama hevdîtinê de her du alî li ser cîbicîkirina wan xalên girêdayî Herêma Kurdistanê di yasaya bûdceyê de rêkeftin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di vê çarçoveyê de yadaştnameyek hevbeş di navbera her du şandan de hat îmzekirin û Tê payîn ku yekser were fînansekirina Herêma Kurdistanê bê kirin.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li hev kirine ku di zûtirîn dem de mûçeyê fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê were dabeşkirin.”