Ala Kurdistanî sembola serxwebûna Kurdistanê û azadbûna neteweya Kurd de. Ji bo vê her gava ji bo bilindkirina Ala Kurdistanê tê avêtin pîroz e. Her alî yan jî dezgehek Kurdistanî Kurdeyatiyê û dewletxawaziyê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dibîne, karek pîroz dike.
DIAKURDê li ser Peymana Lozanê di Facebook a xwe de daxûyaniyek di derbarê Ala Kurdistanê de ragihandiye. Ev daxûyanî naveroka Peymana Lozanê jî dide kifşkirin. ·
Dîakurd dibêje: Ala Kurdistanê berî peymana Lozanê û Sevrê ji aliyê serxwebûnxwazên kurd hate çêkirin û pesendkirin. Ala rengîn hîmayê xwîna şehîdên rêya azadî û serxwebûnê, bedewiya welatê me, dîroka kevnar, û dadperwerî û aştîxwaziya netewa kurd e. Berz û bilind be ala Kurdistanê!