CîhanRojev

Kemer a Antalya dişewite!

Şewata daristanê ya ku duh danê êvarê li Antalya Kemerê derket hê jî nehatiye vemirandin. Vê sibehê dema dinya zelal bû,ji hewa û bejayê dîsa dest bi mudaxaleyê hate kirin. Walî Ersîn Yazici jî got, “Em nikarin bikevin qada daristana şewatê, em ji dûr ve hewl didin mudaxeleyê bikin.”

Şewata daristanê ya ku di saetên êvarê de li Kemera bajarê geştiyarî yê Antalyayê derket, bi lez mezin bû. Nexweşxane û mal hatin valakirin û gelek TIM beşdarî xebatên vemirandinê bûn. Waliyê Antalyayê Ersîn Yazici jî got, “Em nikarin bikevin qada daristanên şewatê, ji dûr ve hewl didin mudaxele bikin.Bi berbanga rojê re destwerdana hewayî dest pê kir. 10 balafir û 22 helîkopter di xebatên vemirandina agir de dixebitin.“

Back to top button