CivakRojev

Parlementerê HDPê êrîşa li dijê HUDA-PARê şermezar kir

Li avahiya HUDAPARê ya li bajarê Edenê bi kêrê êrîşê serokê HUDAPARê yê şaxa Edenê û sekreterê partiyê yê heman bajarî hatibû kirin. Di encama êrîşê de, serokê partiyê yê Edenê Salih Demir birîndar bibû û sekreterê partiyê Sacit Pişkin jiyana xwe ji dest dabû. Êrîş ji aliyê gelek partiyên siyasî ve hat şermezarkirin.

Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu jî bertek nîşan da. Gergerlioglu bi hesabê xwe yê medyaya civakî daxûyakirin ku, ev êrîş nayê qebûl kirin.

Gergerlioglu dibêje: “Di êrîşa ku li Serokatiya Bajêra Edeneyê ya HUDA PARê hat kirin de kesek birîndar bû û sekreterê parêzgehê Sacit Pişkin jî jiyana xwe ji dest da.Ev nayû qebûl kirin.

Back to top button