Li Tirkiye piştî hilbijartina û herweha piştê ku, CHP li gel Tifaqa Millet û pişgiriya PKKê serkeftin destve neanî, di nava xwe de dikele. Tişta herî balkêş sernekeftin ne tenê behra CHPû ye di heman demî de behra PKKê ye jî. Ji ber ku PKKê taybetî Qendîl ji devê berpirsên xwe yên rêvebir bi dehan daxûyanî dan ku ; ew pişgiriya Kiliçdaroglu dikin. Lê tişta wan got pêknehat û ya herî girîng gelek kesên ku hevalbendên PKKê bûn pişgirî nedan daxûyaniyên Qendîl û HDPê. Ev yek ji bo PKKê tiûtek nû bû.
Em werin rewşa CHPê, wek tê zanîn piştî hilbijartina serokê şeredariya Stanbulê Ekrem Îmamoglu xwest li himber serokê CHPê Kiliçdaroglu di kongreyê de bibe kandidatê serokatiya CHPê. Ji bo vê yekê dest xebatekî di nava partiyê de kir. Gelek kesayetên ku nêzikî Kiliçdaroglu dihatin hesab kirin alê xwe ve anî. Herî dawî civînek onlin li gel hinek berpirsên partiyê pêkanî û ev civîn kaşo nehînî bû. Lê civîn her çi hikmet be eşkere bû. Videoya civînê di medyayê de hate belav kirin.
Bûyer çewe bû:
Vîdeoya civîna ku li ser Zoomê hat kirin û Serokê Şeredariya Stanbulê Ekrem Îmamoglu jî beşdar bû de,navên Engîn Altay, Tekîn Bîngol, Onursal Adigüzel, Bulent Tezcan, Ozgur Ozel wek bombeyekê ket rojevê. Îmamoglû ku rêvebiriya civînê kir, diyar kir ku ti beşeke veşartî ya hevdîtinê nîne; Navenda Giştî ya CHP’ê daxuyaniyek da ‘Ti xebera me ji vê civînê nîne’.
Dibêjin dibe ku, Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel û Alîkarê Serokê Koma CHPê Gokhan Gunaydin ku di civînê de amade bibûn ji wezîfeyê bên girtin. Nivîskar û Rojnamegerê Televizyona Giştî Fîkret Bila got, “Min nêrînên kesên rayedar ên nêzî Kiliçdaroglû girtin. Dê îstifa Ozgur Ozel û Gokhan Gunaydin tê gotin. Eger îstifa nekin, Koma Meclîsê ya CHP’ê dibe ku bi dengê bêbaweriyê wezifeya Gunaydin û Ozel betal bike.”
Piştî civîna ku di CHPê de krîz çêkir, hat destnîşankirin ku Ozel û Gunaydin beşdarî civîna Reveberiya CHPê ya di serokatiya Kiliçdaroglu de pêkhatî nebûn. Hat îdiakirin ku di civînê de Kiliçdaroglu xwestiye ev herdu nav îstifa xwe bididn. Berê xwe bidinê ka gelo ji bilî CHP hevkarên