CîhanRojev

Serkirdeyê DAIŞê Usame el-Muhacir li Sûriyê hat kuştin

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku yek ji serkirdeyên DAIŞê Usame el-Muhacir di 7ê Tîrmehê de li Sûriyê di encama êrişeke asmanî de hatiye kuştin.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku yek ji serkirdeyên DAIŞê Usame el-Muhacir li rojhilatê Sûriyê hatiye kuştin. Hat ragihandin ku el-Muhacir di 7ê Tîrmehê de di encama êrîşa hewayî de hatiye kuştin.

Fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurilla got: “Em tûnekirina DAÎŞê de bi biryarin ,emê DAIŞê li seranserê herêmê têk bibin. “DAIŞ ne tenê li ser herêmê, lê ji herêmê zêdetir metirsî ye,”

Hat bibîrxistin ku balafira bêmirov a MQ-9 a ku di operasyona hewayî de hatibû bikaranîn, heman rojê ji aliyê Rûsyayê ve hat tacîzkirin. “Ti nîşan nîne ku sivîl di vê êrîşê de hatine kuştin, û hevpeymanî raportên ku sivîlek birîndar bûye dinirxîne,”

Back to top button