Bajarê Nashville yê Amerîkayê ku bi navê “Kurdistana Piçûk” jî tê naskirin, ji bo Hewlêrê wek “bajarê bira” hat pejirandin.
Bajarê Nashville, paytexta eyaleta Tennessee, ku diyaspora Kurdistanî tê de pir zêde niştecih e, ji ber ku bi etnîsîteya xwe ya li hember Kurdan girîng e, li Amerîkayê jê re “Kurdistana Piçûk” tê gotin. Li bajêr derdora 25 hezar Kurd dijîn.
Nûnera Washingtonê ya Herêma Kurdistanê Beyan Samî Ebdulrehman, di nivîsek xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku, Meclîsa Parêzgeha Nashville ya paytexta eyaleta Tennessee, pêşnûmeya yasaya ku Hewlêr û Nashville bibin “bajarên bira” qebûl kiriye.
Beyan Samî Ebdulrehman got: “Pîroz be! Şeva borî Encûmena Bajarê Nashville bi yekdengî proje yasaya ku Hewlêr bibe 10emîn bajarê bira, pesend kir”.
Nûnera Herêma Kurdistanê di berdewamîya axaftina xwe de ev tişt anî zimên: “Pîroz be li xelkê bajarê muzîkê û paytexta Kurdistanê. Ev hevkarîya dîrokî mizgînîya têkilîyên çandî, civakî û pîşeyî dide. Em spasîya gelek kes, kom û sazîyan dikin ku ev yek pêk anîne. Ev tenê destpêka rêwîtîyê ye”.
Bi vê biryarê, Hewlêr bûye cihêwazîya ku tenê bajarê bira Nashville li Rojhilata Navîn e. Bi saya vê girêdana nû ya di navbera her du bajarên xwişk û bira de, bi taybet di warê perwerde û çandê de wê têkilî û hevkarîyên wan zêdetir bibin.