
Siyasetnasê navdar yê Amerîkî Francis Fukuyama, anî zimên ku, mercê herî giring ji bo şerê li dijî gendelîya li Iraq û Herêma Kurdistanê, mekanîzma “dewletê” ye û got: “Li gor min rêya herî bi bandor dewletbûna Kurdistanê ye”.
Ramanbîrê navdar Francis Fukuyama ku di 26-27 Hezîranê de li Washingtonê beşdarî Forûma Pêşketina Dijî Gendelîya Cîhanî bû ku ji alîyê Banka Cîhanî ve hatibû organîzekirin. Fukuyama,di forûmê de axivî û ji çapemenîyê re dîtinên xwe yên di derbarê Iraqê û Herêma Kurdistanê de anîn zimên.
Futuyama got: “Navçeyek federal a wek Herêma Kurdistanê çawa dikare di nav pêkhateya dewleta Iraqê de şerê li dijî gendelîyê bike? Li gor min rêbaza herî bi bandor hebûna dewleta Kurdistanê ye. Dema ku ez dibêjim dewlet, mebesta min kesên zana û jêhatî yên ku em jê re dibêjin jêhatîya dewletê ye. Divê ev kes nebin beşek ji partîyên Kurdistanê. Divê teknokrat bin û li gor jêhatîbûn û şiyana xwe kar bikin. Divê zanîna wan hebe ka meriv çawa sazîya hukûmetê birêve dibe”.
Zanyarê Siyasî Fukuyama diyar kir ku têkoşîna li dijî gendelîyê incex bi mekanîzma ku gel bikaribe berpirsyarîyê bigire pêkan e û got: “Pirê caran siyasetmedarên li ser desthilatdarîyê naxwazin organên têkoşîna li dijî gendelîyê bibin xwedî desthilatdar û hêza edaletê nadin wan. Ji ber vê yekê ev yek girêdayî hevsengîya siyasî ya di nava dewletê de ye”. Rewşenbîrê navdar diyar kir ku hinek alîyên siyasî desthilatê didin hinek komên gendel ên Iraqê û wiha got: “Ez bawer nakim li Kurdistanê girîngîyê bidin vê yekê. Di şûna wê de, divê hûn bala xwe bidin ser saziyên xwe û jêhatîbûna rêveberîya xwe”.
Fukuyama di dawîyê de got: ” Di şerê li dijî gendeliyê de hûn heta çi radeyê piştgirîya gelê Herêma Kurdistanê dikin?” Kurdistan ne xwedîyê dewleta xwe ye, lê girîng e ku mirov li Banka Cîhanî hebe. Ez difikirim ku ev ê ji Kurdan re gelek bibe alîkar”.


