CivakRojev

Nivîskarê Kurd piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket

 

Nivîskar Yaşar Aslan ê ku piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket, li bajarê xwe Mêrdînê ji alîyê bi sedan kes ve hat pêşwazîkirin.

Nivîskar Yaşar Aslan (50), di 15ê Çileya 1993an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 20 salîya xwe de hat binçavkirin û bi hinceta “parçekirina dewletê” ji alîyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê (DGM) ve cezayê muebbetê lê hat birîn.  

Yaşar aslan, piştî 30 sal û 6 mehan hat berdan.

Aslanê ku bi xizmên xwe re ji Tekîrdagê çûbû Stenbolê, bi rêya hewayî hat bajarê xwe Mêrdînê. Aslan li balafirgehê ji alîyê bi sedan welatî û endamên Federasyona Malbatên Girtî û Hikûmxwaran ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin. 

Balkêş e ?
Close
Back to top button