Azîz Elaldi yê ku wek serokê nû yê Amedsporê hat hilbijartin, bi daxuyanîyekê peyam da awira gelemperî û alîgirên Amedsporê. Elaldi got: “Divê ti şik û gumana alîgirên Amedsporê tunebe, emê bi nêzîkatîya rêveberîya ku wê hesreta şampiyonîyê bi dawî bîne tevbigerin”.
Xebatên kongreya Amedspora ku vê sezonê di Koma Sor a Lîga 2 yemîn a TFFyê de dikeve pêşbirkê, bi dawî bû. Di hilbijartinên ku bi yek lîsteyê hatin kirin de Azîz Elaldi bû serokê nû yê Amedsporê. Elaldî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek nivîskî da û got:
“Ez hem li ser navê xwe û hem jî li ser navê desteya rêveber spasîyên xwe pêşkêşî her kesê ku em layiqî vê erka bi rûmet dîtine, dikim. Emê li gor erk û wezîfeyên xwe tevbigerin. Emê feraseta klûba xwe hem bi têkoşîn û hem jî bi helwesta xwe bînin cîh. Emê civaka Amedsporê serbilind bikin”.