Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa es-Sudanî, bi Mîrê Êzdîyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û rûhanîyên Êzdîyan re hevdîtin kir.
Serokwezîr Sûdanî di hevdîtina bi Mîr Hazim Tehsîn Beg û şanda pê re li Mûsilê hevdîtinek pêk anî û diyar kir ku hikûmet bi biryar e mafên Êzdîyan biparêze.
Sûdanî, di şerê li dijî rêxistina terorê DEAŞê de bal kişand ser rola Êzdîyan û diyar kir ku ji bo vegera Êzdiyên derbider projeyên wî hene. Sûdanî tekez kir ku Êzîdî bi biryar in wargehên xwe ji nû ve ava bikin.
Serokwezîr Sûdanî biryara Lijneya Wezîran a li ser tapoya mal û zevîyên Êzdiyan bi bîr xist û bal kişand ser yasaya tazmînatê ya ku ji bo jinên Êzdî hatiye derxistin.