CîhanRojev

AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM

14ê Gulana 2023an

Banga me ev e: Divê Kurd bi xwe re bin, bibin alîyekî siyasî û bernameyeka wan ya hevbeş hebe.
Divê bernameya itîfaka wan ji bo guhartinên qanûnên heyî yên bingehîn û çareserkirina pirsgirêkan be. 30 mîlyon Kurdên Bakur ji hemû mafên xwe bê par in û li ser axa wan zimanê wan qedexe ye. Ev ne tiştekî normal e.

Akademiya Kurdî alîgira tu itîfaqeka siyasî nî ne û herwisan li dijî tu itîfaqeka siyasî jî nî ne. Kîjan ji wan itîfaqan mafên Kurd biparêze, binase, bila Kurd bi wê re bin. Akademiya Kurdî li Swêd û li tevahiya Ewropayê jî yekemîn sazîya Kurd a ji hundirê xwe avabûye û di hundirê de ye.

Banga AKADEMÎYA KURDÎ ev e ku partiyên Kurd pêşî itîfaqa xwe ji hundirê xwe çêbikin, bela-wela nebin û dûvre dikarin bi itîfaqa xwe bi itîfaqên tirk re jî çêbikin. Xwezî Kurd itîfaqa sêhemîn ya Kurd bi Kurd re avabikin û bibin alternatîfeka Kurdistanî.

Di herdu itîfaqên Tirkiyeyî de tu mafekî gelê Kurd têde tune ye. Herdu itîfaqên tirk berdewankirina sîstema kevnare ya Tirkiyê ye.

Ev hersê itîfaqên Tirkiyeyî ne:

1. “Tifaqa Milet”

2.“Tifaqa Cumhur”

3.Tifaqa Ked û Azadiyê” (Partiya Keska Çep…). Lê itîfaqa Kurd tune ye.

DIVÊ QANÛNA BINGEHÎN YA NÛ LI SER MIJARÊN GIRÎNG RAWESTE, NIMÛNE:

1. Qanûna Bingehîn ya nû ji bo perwerdeya zimanê kurdî û fermîkirina wî.
2. Qanûna Bingehîn a Tevgera Azadiya Ramanî (nêrîn).
3. Qanûna Bingehîn a Azadiya Çapemenîya Kurdî
4. Qanûna Bingehîn a parastina mafê gelê Kurd û kêmneteweyên Tirkiyê

Encam

Înkarkirina nasnameya Kurd bûye sedema têkoşîneka tund di navbera gelê Kurd û gelê tirk de.

Zimanê dayîka kurd, kesayetî, çand û hemû hêjahiyên gelê Kurd hatine înkarkirin. Kurd ne dijminên tirk, ereb û farisan e, têne li ser axa xwe mafên xwe dixwazin.

AKADEMIYA KURDÎ LI STOCKHOLM

08-684 014 68 

Back to top button