PolîtîkRojev

AFP: Kurdên Iraqê bi tirs li hilbijartinên Tirkîyê temaşe dikin

 

Ajansa nûçeyan a Fransayê AFP analîzek weşand û hilbijartinên 14ê Gulanê ji perspektîfa Rêveberîya Herêma Kurdistanê nirxand. AFP nivîsand ku “Kurdên Iraqê bi tirs li hilbijartinê temaşe dikin”.

Kêmtirî sê roj ji hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkîyê re mane. Bi nêzîkbûna hilbijartinan re, çapemenîya cîhanê bi nûçe û analîzên ser pêvajoya hilbijartinê û encamên muhtemel yên perspektîfên cuda mijûl dibin. Ajansa Frans Press (AFP) ya Franseyê di analîza Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi sernavê “Kurdên Iraqê bi tirs li pêşbirka hilbijartina li Tirkîyê temaşe dikin” wiha got: “Li Tirkîyê her ku hilbijartinên Serokkomariyê nêzîk dibin, Kurd wan hilbijartinan ji nêz ve dişopînin. Hilbijartina vê carê hem ji bo Recep Tayyîp Erdogan û hem ji bo ewlekarî û aborîya Kurdên Iraqê pir girîng e”.    ‘WÊ BIXWAZIN HEVKARÎYA XWE YA STRATEJÎK BIPARÊZIN’

AFP da zanîn ku sempatî û dilxwazîya gelek Kurdên Iraqê ji Kurdên Tirkîyê re heye, “Lê ji ber ku petrola wan a jiyanî demek dirêj di ser Tirkîyê re derbas dibe, herêmên wan jî ji bo bazirganîyê girêdayî cîranên xwe yên mezin in”. AFP bal kişand ku serkirdeyên siyasî yên Hewlêrê di derbarê hilbijartinan de daxuyanîyek fermî nedane û got: “Li gor lêkolîneran, bêyî ku ferqê têxin nambera encamên hilbijartinên serokkomarîya Tirkiyê, Herêma Kurdistanê ji bo paraztina hevkarîya xwe ya stratejîk wê li Enqerê binêre”. ‘CÎHANÊ DÎPLOMASÎYÊ ji cehaletê nefret dike’ Rêveberê Navenda Lêkolînên Iraqî yê Fransî Adel Bakawan jî nêrîna xwe wiha parve kir: “Medya, qada siyasî, her kes bi hilbijartinên Tirkîyê re mijûl e”.  Bakawan bal kişand ku serkirdeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Erdogan re têkilî danîne û got: “Eger Serokkomar biguhere, wê hemû têkilîyên Hewlêr û Enqereyê jî biguhere. Dinyaya dîplomasîyê ji tarîtiyê nefret dike”.

AFP nivîsand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê kêm caran bertek nîşanî Enqereyê dide, tevî ku Tirkîyê “bi awayekî rêkûpêk xaka wê bombebaran kir, bû sedema kuştî û birîndarên sivîl”. ‘BILA BI HÊVÎ DIKE KU VÊ CARE SOZÊN XWE BIDIN’ Ji alîyê din, zanyarê siyasetê Botan Tahsîn ji AFP re axivî û got: “Mûxalefeta li Tirkîyê piştî Erdogan dixwaze di Rojhilata Navîn a ku “birçîyê aramîya siyasî, ewlekarî û aboriyê ye rûpelek nû veke”. Tehsîn got: “Eger Erdogan carek din bê hilbijartin, ji bo asayîkirina peywendîyên bi cîranên xwe re, bi taybetî jî bi Kurdistanê re, hewcedarîya Tirkîyê bi însiyatîfekê heye”. AFP rapora xwe bi gotinên xebatkarê zanîngehê Nizar Soltan ê 60 salî bi dawî kir. Soltan got:

“Em hêvî dikin ku hikûmeta dahatû ya Tirkîyê bi Kurdan re li ser maseya diyalogê rûne. Bi dehan caran Kurd xapandine û ji bo armancên xwe bi kar anîne.Em hêvî bikin vê carê jî li ser soza xwe bisekinin û herêmên Kurdî ji nû ve ewlekarî û aramiyê bi dest bixin”.

 

Back to top button