Serokomarê Tirkîyê Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî xîtabî hilbijêrên Kurd kir û got: “Helbet kêmasîyên me jî çêbûne, tiştên ku me dixwest bikin lê me nikarîbû bikin hene“.
Di pêvajoya hilbijartinê de herkes xwe davêje tor û bextê Kurdan ji bo karibe deng û rayên wan bistîne. Kurd di hilbijartinan de mifteya serkeftinê ne. Ji ber vê, kî karibe bi gotinên şahîk û girover Kurdan bixapîne, ew qezenc dike.
Serokkomarê Tirkîyê Erdogan, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek bi sernavê “Birayên min Kurdên delal” parve kir. Erdogan di peyama xwe de wiha got: “Helbet kêmasîyên me jî çêbûne, tiştên ku me dixwest em bikin lê me nikarîbû bikin hene”.
“Birayên min yên Kurd
Heta îro em têkoşîyan da em karibin mafên we yên ku wek şîrê spî yê dayîka we helal in bidin we.
Ji bo dayik negirîn û dil neşewitin me hewl da.
Hûn şahidên herî nêzîk yên hewldanên me yên dilsoz in.
Hûn baş dizanin ku me çi zehmetî derbas kirine û çi xefik li pêşîya me hatine danîn.
Helbet kêmasîyên me jî hebûn, tiştên ku me dixwest em bikin lê me nikaribû bikin hene; lê di warê maf û azadîyan de tiştên ku me anîne Tirkîyê diyar e.
Bêguman emê nehêlin ku ew paşde biçin.
Kî hewl bide Tirkîyeya kevin di bin tehdîda terorê de vejîne, wê me li hemberî xwe bibîne.
Kî hewl bide çekê bide destê zarokên Kurdên belengaz û leşker, polîs û gelê me biteqîne, wê me li hember xwe bibîne.
Yê ku li ser navê hêzên emperyalîst qesdî hebûna miletê me bike, wê me li pêşberî xwe bibîne.
Kî hewl bide destdirêjiyê li mafên we bike, wê Tayyîp Erdogan û Tifaqa Komarê bibîne.
Kes nikare zarokên me bi zorê birevîne çiyê.
Wê kes nikaribe birayê min ê Kurd tehdît bike, wê kes nikaribe bi çekan îpotekê deyne ser vîna wî!
Emê bixebitin heta ku Tirkîye ji bo 85 mîlyon mirov bibe cihekî azad, aram û dewlemendtir.
Emê bi hev re bi piştgirîya birayên xwe yên Kurd Sedsala Tirkîyê ava bikin”.