Hat ragihandin ku Artêşa Iraqê avahîyek Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Kerkûkê ji bo bibe baregehek leşkerî dest danîye ser.
Avahîya ku PDK wek şaxek rêxistina partîyê dest bi avakirina wê kiribû, temam bû. Li gor nûçeyên çapemenîyê, artêşa Iraqê ev du hefte ne ku bi tirimpêlên serbazî bi awayekî dijwar kar dike da ku li avahîya PDK ya navçeya Şoraw a Kerkûkê bi cîh bibe.
Ji alîyê din ve PDK van hewldanên artêşa Iraqê wek binpêkirina rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê dibîne.
Fermandeyê Operasyonên Hevbeş li Kerkûkê Cebar Atî, red kir ku baregehek nû bê avakirin û got: “Pêwendîyên me bi PDK re baş in û emê wê yekê xirab nekin. Bi temamî avakirina baregehek nû tuneye”.