CîhanRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Şah Charles kir

 

Bi minasebeta wergirtina taca şahîntîyê, Serokê  Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Qralê Îngilîstanê Charles III kir. 

Barzanî, di peyama xwe ya pîrozbahiyê de ku li ser hesabê xwe ya Twitterê belav kiriye, got: “Ez li ser navê gelê Kurdistanê ji dil û can pîrozbahîyê li şah Charles III dikim”.  

Herweha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî peyamek belav kir û di pîrozbahî li şahê Îngilistanê Charles III kir. 

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Ez di wê bawerîyê de me ku di serdema şah de jî wê têkilîyên navbera Kurdistan, Iraq û Brîtanyayê wê bihêztir bibin”.

 

Back to top button