
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Hosnav ragihand, her kesê ku di medya û torên civakî de reklama cixare û nargîlê bike, wê bên darizandin.
Hoşnav ji çapemeniya herêmî re got: “Reklamkirina cixare û nargîleyên elektronîk li strangeh, model û diyardeyên medyaya civakî qedexe ye“.
Walî Hosnav got: “Kê ev yek kiribe wê ji alîyê dozgerîyê ve bê darizandin. Heman darizandin ne tenê di derbarê kesan de, di derbarê kanalên ku reklamê diweşînin de jî wê bê kirin”.


