Hat ragihandin ku li eyaleta Sisten-Beluçistan a Rojhilatê Îranê di encama êrîşek çekdarî de efserekî payebilind ê polîsan jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî nûçeya Mepa Newsê, di encama êrişek çekdarî de, Serokê Buroya Lêkolînê ya navçeya Serawan a parêzgeha Sîstan Belûçistanê jiyana xwe ji dest da.
Çavkaniyan eşkere kirine ku wesayîta Serokê Buroyê Serdar Alî Riza Şahrakî ji alîyê kesekî yan kesên nenas ve hatiye gulebarankirin. Di êrîşê de hevjîna Şahkarî jî bi giranî birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê.