CivakRojev

TKDP wê piştgirîya Partîya Çep a Kesk bike

 

Di daxuyanîya T-KDPê de hat destnîşankirin ku Meclîsa Partîyê li hev civîyaye û mijara tifaqan nîqaş kiriye. 

Di daxuyanîyê de hat gotin ku, “Em wek T-KDP amade ne ji rastgir heta çepgiran bi hemû kom, rêxistin û partîyan re bixebitin”. 

 “Me tu carî bi perspektîfek teng li mijara hevpeymanan nenihêrî” 

Di daxuyanîyê de hatiye gotin ku “Rewşa parçebûyî û bêrêxistinî ya tevgera netewî ya li Bakurê Kurdistanê ji bo me cîhê xem û daxê ye. Ji bo derbaskirina vê rewşê divê rêyên diyalogê bên vekirin û pêşxistin. Wek T-KDP ku kanîya sereke ya kevneşopîya netewî ye, ku ji mîrateya salên 50-î yê Bakurê Kurdistanê dertê, ji rastgir heta çepgiran em amade ne bi hemû kom, rêxistin û partîyan re bixebitin. Me tu carî bi perspektîfek teng li meseleya tifaqan nenêrî ye û em bi vê hişmendîyê li ser her maseya ku em hatine vexwendin rûniştine“. 

Di daxuyanîyê de hatiye gotin ku “Her çiqas dewletên kolonyalîst li hember hev wek kêr û penîr bin jî, dema mijar dibe Kurdistan dikarin bi hev re tevbigerin. Lê mixabin tevger, partî û rêxistinên netewî yên Kurdistanê dema ku behsa destkeftîyên Kurdan tê kirin nikarin heman hesasîyetê nîşan bidin. Ev yek jî çareserkirina pirsgirêka netewî ya Kurdistanê ya ku bi sedsalan berdewam dike zehmet dike“. 

Hevbendî: Helbet em wek partîyek demokrat nikarin li hember hilbijartinan bêdeng bimînin. Divê miletê Kurd dengê potansîyela ji sedî 35 pir baş hesab bike. Em di wê bawerîyê de ne ku divê hevpeyman di du kategorîyan de bên nirxandin: 

1-Tifaqên netewî:  

Prensîba me ya sereke ya demdirêj ew e ku neteweyê Kurd bi azadî çarenûsa xwe diyar bike. Em li Kurdistanê difikirin; em dikarin bi her kesê ku otonomî, federasyon û serxwebûnê bike armanc li ser mijarên bingehîn ku em li ser li hev bikin, tifaqan bikin. Sazîyên netewî yên Kurdistanê, zimanê Kurdî, huner, wêje, perwerde, dîrok mijarên ku divê bi hev re bên pêşxistin in.

2-Tifaqa hilbijartinên giştî û herêmî:  

Em vê tifaqê wek hewldanek ji bo bidestxistina desthilatdarîyê li herêma xwe û sazîyên herêmî dinirxînin. Di rastîyê de me wek TKDP di hilbijartinên herêmî yên 2019an de bi HDPê re li tifaq kir û di encama vê tifaqê de me şaredarîya navçeya Dîlok/Çinarê bi dest xist. Bi serkeftina vê tifaqê re têgihiştina ku di nava Kurdên Bakur de tifaqek çêbibe bi pêş ket. Ev ji bo her du alîyan jî ezmûnek baş bû. Me xwest di hilbijartinên 14ê Gulana 2023an de jî vê ezmûnê dubare bikin, lê HDPê ji ber ku “TKDP di hilbijartinên herêmî de xwedî temsîliyet e” rewa nedît. Ji bo nirxandina van hemû geşedanan û pêvajoya civakî-siyasî ya ku em tê de ne, me Meclîsa Partîya xwe kom kir. Me nirxandina xwe ya pêvajoya hilbijartinê kir. 

Meclisa me: Piştî encama nirxandinên dûr û dirêj, bi ser ku TU PARTÎYÊN SIYASÎ Û ÎTÎFAK JI BO PIRSA KURD NE XWEDÎYÊ ÇARESERÎYÊ, me biryar da ku di hilbijartinên parlementoyê de piştgirîyê bidin Partîya Çep a Kesk. Emê biryara xwe ya di derbarê namzedê serokkomarîyê de, di encama pevguhertina ramanan de, bi tifaqa Kurdistanî re parve bikin.

Em vê biryara Meclîsa Partîya xwe bi raya giştî re par ve dikin, em hêvî dikin ku hilbijartinên 14ê Gulanê ji gelê me re aştî û demokrasîyê bîne”.

 

 

Back to top button