Serokê Giştî yê CHPê û Namzetê Serokkomarî yê Hevpar Kemal Kiliçdaroglu, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li Alewîbûna xwe mikur hat, vîdeoyek weşand û xîtabî ciwanan kir. Kiliçdaroglu, heta niha mezhebê xwe, ango Alewîbûna xwe vedişart ji tirsa ku wê Sunnî Alewîbûna wî jê re bikin antîpropaganda, ji pirsên “gelo tu Alewîyî” dûr diket. Herweha xwe ji Kurdbûna xwe jî dûr dixist.
Kiliçdaroglu, di vîdeoyê de dibêje “Ez elewî me. Ez Mislimanekî dilpak im ku bi bawerîya xwed,a Mihemed û Elî hatim mezinkirin”.
Vîdeoya kiliçdaroglu rastî eleqeyek mezin hat û di nav du saetan de 12 milyon û 500 hezar carî hat temaşe kirin.
NASNAMEYA ME HEBÛNA ME YE Kiliçdaroglu, di vîdeoya xwe de dibêje: “Xwedê canek daye min, ez mafê ebdan naxwim. Ez xwe nagihînim heramê. Ez di malek feqîr de ji her tiştî dûr ji vî welatê xweş ku Atatürk diyarî me kiribû, hatime dinyayê. Bi saya îmkanên ku komarê da me, min xwend, min dest bi malbata xwe kir. Nasnameyên ku me dikin em ew in. Û helbet divê em wan bi rûmet biprêzin, em nikarin wan hilbijêrin. Em bi wan re çêdibin, mezin dibin û dijîn“.


