Nivîsar

Ne partî, hest û helwest girîng in

Hûn di kîjan partîyê de siyasetê dikin bikin, heke hûn nikaribin sekin, hest û helwestek Kurdewarî nîşan bidin, bi eşkereyî heq û hiqûqê milletê Kurd neparêzin, doza ziman û nasnameya Kurdî nekin û tenê wek pûtekî/pûtekê di parlamentoyê de bêdeng bin, ne hûnê bi kêrî xwe û partîya xwe bên, ne jî hûnê bi kêrî Kurd û Kurdistanê bên.

Nûrî Çelîk

Kurdistan 4-5 parçe ye, bê îrade û xwesteka me dabeş bûye. Parçebûna Kurdistanê bi xwe re şert û şirûtên taybet jî afirandine, her parçe mecbûr e li gor welatê ku pê ve girêdayî ye rewşa xwe binirxîne û li gor wan şert û şirûtan siyaset û rê û rêbaza xwe bi rê ve bibe. Helbet dil dixwest ku Kurdistan yek parçe û welatekî serbixwe be. Lê her çiqasî rastîyek tehl be jî, rastî û realîta me ev e. Kurd û Kurdistan bindest û parçekirî ye, em mecbûr in rastîya xwe qebûl bikin û li gor rastîya ku em tê de ne daxwaz û gavan bavêjin.

Şert û şirûtên salên 50, 60 û 70î û şertên îro ji hev cuda ne, dûrî hev in. Konjonktura cîhana wê demê û ya îro ji hev cuda ye. Wê demê bi tifingek xerabe û keleşkofek rizyayî jî şer û tekoşîn dihat kirin. Tekonolojîya çekên bejayî û hewayî zêde bi pêş neketibûn. Ji ber vê, Vîetnamî, Kubayî û milletên din dikarîbûn şerê serxwebûn û azadîyê bidin û zora dijminên xwe bibin. Lê hem konjonktura îro û hem jî bi teknolojîya îro serketina şerê çekdarî cihê pirs û gumanê ye. Her çiqasî Serxwebûn mafekî rewa be jî, îro konjonktura cîhanê bêyî bidestxistina mafan, têkoşîna rizgarîya netewî jî di nav de, partî û tevgerên bi rêbazên çekdarî sûcdar dike.  Di vî warî de PKK û şerê PKK delîlek saxlem e.

Wek min li jor jî got, Kurdistan bê xwestek û îrada me hatiye parçekirin û şert û şêweyên tekoşîna her parçeyî cuda û taybet e. Ev parçebûna ku li dijî îradeya me Kurdan pêk hatiye, divê li gorî şert û mercên konkret yên her parçeyekî bên xwestin. Yanî li parçeyekî federasyon û serxwebûn tê xwestin, li alîyê din jî bi otonomî yan jî statuyek din tê binavkirin. Rastî û realîte çi be, divê em jî li gor wê xwe bilivînin û di wê çarçoveyê de daxwazan bikin. 
 
Eşkere ye ku rêbazên qanûnî yan eşkere yên bêîteatîya siyasî li ber dest in. Ev rastiyek e ku bi berçavgirtina prensîpa şefafîya parlementoyan, daxwazên maqûl tên xwestin û çareserîyên rasttir tên pêkanîn. Di vê çarçoveyê de di têkoşîna şefaf a huqûqî ya li Kurdistan û Tirkiyê de cihê ku têkoşîna Kurd û Kurdistanê li ser esasê maf, hiqûq û edaletê li ber xwe dide, divê faktora diyarker be, ne partîyên siyasî yên kadroyên pêşeng. Bi gotinek din, di hilbijartinên dahatû yên Tirkîyê de, helwesta ku hemû namzedên parlementoyê, bi taybet namzedên serokkomarîyê, nîşan bidin endametîya tifaq û partîya xwe bin, di warê bidestxistina maf û hiqûqê Kurd û Kurdistanê de divê diyarker bin. 
 
Îro hilbijartinek li pêşîya Tirkîyê ye. Ji ber ku Bakurê Kurdistanê di bin desthilatdarîya Tirkîyê de ye û zêdeyî 30 milyon Kurd li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê dijîn, ev hilbijartin ji bo pêşeroja me Kurdan jî girîng e. 20 sal in bêhn li Kurdan hatiye çikandin û em nikarin bi rehetî bêhna xwe bidin û bistînin. Heger hat û ev desthilatdarî bê guhertin û dîsa rê ji demokrasî û parlamentarîzmê re bê vekirin, kêm yan zêde, emê karibin hilmekê bistînin û belkî bêhna me bê ber me ku em karibin derfetên kar û xebata netewî berfirehtir bikin. Li gor konjonktura îro ya cîhanê, xebata legal û siyasî, xebata parlamentarîzmê xebatek maqûl e û tê xwestin ku ne bi rêya şer lê bi rêya siyasî çareserî ji pirs û pirsgirêkan re bên dîtin. Cihê vê yekê jî helbet parlamento ye tê qebûlkirin.
 
Divê em ji bîr nekin, di hilbijartin û tifaqan de, di namzetî û wekîlbûnê de, ji bo me Kurdan ya girîng ne kîjan partî yan wekîltîya kîjan partîyê ye, sekin, hest û helwest e. Hûn di kîjan partîyê de siyasetê dikin bikin, heke hûn nikaribin sekin, hest û helwestek Kurdewarî nîşan bidin, bi eşkereyî heq û hiqûqê milletê Kurd neparêzin, doza ziman û nasnameya Kurdî nekin û tenê wek pûtekî/pûtekê di parlamentoyê de bêdeng bin, ne hûnê bi kêrî xwe û partîya xwe bên, ne jî hûnê bi kêrî Kurd û Kurdistanê bên. Namzed yan wekîlên ku piçekî hestên Kurdî û netewparêzî pê re hebin, divê ne li kursî û meqamên xwe, lê li maf, heq û hiqûqê milletê xwe bigerin. Ne berjewendîyên partîyên xwe, lê berjewendîyên milletê xwe bidin pêş. A herî girîng ji bo me ev e û divê ev be. 
 
Bi kurt û Kurmancî; divê parlamento, kursî, meqam û partîyên A, B, C ji bo me ne armanc, lê hacet û hincet bin. Emê di wan meqaman de çawa karibin maf û heq û hiqûqê Kurdan biparêzin, ev girîng e. 
Back to top button