Civak

Li Qamîşlo êrîşê otomobîlekî hate kirin

Îroli bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê otomobîlek bû armanca êrîşa dronekî. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek din jî birîndar bû.

Li gorî zaniyariyên xwecihî li Qamişlo di demijêr nêzîkî 02:00 serê sibeha îro, bi dronekê êrîşî ser otomobîlekê hat kirin.

Hat ragihandin ku serkirdiyekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ê bi navê Baran di wê otomobîlê de bûye û jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha li gorî zanyariyan kesekî din ê ku di otomobîlê de bûye û nasnameya wî nehatiye eşkerekin jî birînar bûye.

Li gorî hatiye belavkirin ew êrîş ji aliyê artêşa Tirkiyê ve pêk hatiye, lê heya niha ne Tirkiye ne jî ti aliyekê din êrîşê negirtine ser xwe.

Balkêş e ?
Close
Back to top button