PolîtîkRojev

Em Kurdan radestî faşîzma CHPê û zilma PKKê nakin.

Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan, bi rewrismekî de berbijêrên partiya xwe da nasandin û manifestoya hilbijartina partiya xwe eşkere kir. Erdogan behsa Kurda jî kir û got: Em Kurdan radestî faşîzma CHPê û zilma PKKê nakin.

Erdogan behsa çend xalên girîng kir û got: Em ê ji bo soza xwe ya çêkirina qanûna bingehînn a sivîl bi cih bînin. Dema em rakirina astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk pêkbînin em ê çavên xwe ji destwerdana rêxistinên terorê û komên wesayetê yên di siyasetê de negirin.
Bi taybetî jî em ê ti carî û ti carî birayên xwe yên Kurd teslîmî tarîtiya faşîzma CHP’ê, perîşaniya HDP’ê, zulma PKK’ê û fermana mêtingeriyê nekin ku mînakên bi êş berê hatine dîtin.


Back to top button