
Piştî êrîşa ser Balafirheja Silêmanîyê, nîqaşên li ser êrîşê berdewam dikin. Di vê derbarê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu daxuyanîyek da û gor ku ewê operasyonên xwe heta dawîyê berdewam bikin.
Wezîrê Karên Derve Mewlut Çavûşoglu, di derbarê sekinandina seferên Silêmanîyê de jî axivî û got, “Haya Amerîkayê ji vê yekê heye. PKK û PYD li Silêmanîyê her derê kontrol dikin. Operasyonên me yên leşkerî wê heta dawîyê bidomin”.