Civak
Di dadgehan de parastina bi zimanê kurdî destpê kir
Li Diyarbekirê Dadgeha Şeşemîn a Cezayê Giran ku li Doza KCKê dinihêre, ev cara pêşî ye bi şêweyekî fermî îfadeya girtiyan bi Zimanê Kurdî digire.
Di Doza KCKê ya 108 girtiyan de ku 29 ji wan li dadgehê amade bûbûn, axaftina wan tev bi Zimanê Kurdî çêbû û tercûman jî ew ji dadmendan re vegerandin Zimanê Tirkî.
Ebûqatê girtiyan Mihemed Emîn Aktar li dadgehê got ku ”Zagon ket rewacê, lê xwespêrên (muwekil) min parastina xwe ya berê ku di idianameyê de tawanbariya ku li wan hatibû kirin, nebersivandine. Ez daxwaz dikim ku tercûman hem ji bo lêpirsînê hem jî bo îdîanameyê werin amadekiirn.”
Rojeva Kurd/Amed