Serok Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Nesir civiyan û çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal gotûbêj kirin.
Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî kir.
Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên ji bo çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û piştevanîkkirina çaksaziyê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di hevdîtinê de tekezî li hevahengiya herdu aliyan di helwestên siyasî de hatiye kirin.