Qetilîyama dewleta Tirk bêcezamayin- 24
Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata Mehmet Nuri Adlig hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin. hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.
S A : Wun karin bahsa birayênxwe M. Nuri bikin, ew çi kari dikir, çênd cara hat girtin, her carê çikas sal di girtigehêde ma û çawa hat qetilkirin ?
Biraye M. Nuri Adlig, Tahsin Adlig
Şexsek binavê Emin yavuz, bi eslên xwe ji Mişritan bu ku tê girtin, di bin çavande navê birayêmin Mehmet Nuri, dide polisan û 5 gulane 1992’da wexta M. Nuri diçe ser erd, karê xwey cinaniya tutûne liser riya Hasankefe davêjin pêşiyawî û digrin.
Birayênmin M. Nuri di bin işkenceyek giran derbas dikin, jiber xwendin nivisandina wî tinebu li seri gelek tişt pê bi zorê didin imzekirin û derdixin mahkeme, di mahkemêda sê sal û şeş meh ceza lê dibirin û dişinin hepse, di hepseda heta cezayêxwe diqedine di hepsêde girti dimine, pişti sê sal û şeş meh ceza xilas dibe ji girtîgehe derte.
Mehemet Nuri Adlig, zewicandi û heft zarukênwî hebu, rewşawîya abori hê beri bê girtin gelek xerab bubu, ji xeyni danina tutûne pêştir tu karekidine di destewîda tunebu û carekidin dest bi karê danina tutûne dike jibo debara xwe bike. Demek bi şunde cardin emniyeta Polisan diçin birayênmin M. Nuri Adlig, wexta li ser erd karê xwey tutûne dike carekidin wî digrin dixin bin çavan û gelek işkencên xedar pê dikin, hingî zede wî didin karabayê ( ceyranê ) damarên xûyîna di nav damarande hişk û tê ber şewitandine.
Li nav distên wande namre, tinin mahkemê vê care 12 sal ceza didine, wî di wî halide dibin girtigehê, me gelek cara wexta ew di girtigêda derman dixwas jêra bibin, ew dem idara hapse û rewşa hemu girtiyan ji ber kurdîtiye gelek çetin bu û birayêmin M. Nuri, ji ber lêdan, eziyeta dabunewî sihatawî çikas diçû xirab dibu, jiber xûna damarênwî ziwabubu, vê dawîyê qelbêwî gelek qels bubu, qelbêwî gelek caran disekine û cardin kelbêwî hêdî hedî dişûxuli û ew her hefte serî li îdara hepse dida , îdare wî divî halide wusa heta sê mehanjî îzna çuyînawiya nexweşxanê nedanêwî.
Heta vê dawî dibînin ku va ewê nefilite wî niv miri dibin davêjin nexwêşxana Diyarbekir, doxtor derhal mûaynawî dikin û dibêjin ku eger zutir anibuna bi emeliyatek siviktir wê başbubuna, doxtor wî bi tirs dibin emeliyate, emeliyatawî gelek baş derbas dibe, ez pişti emeliyate wexta şiyardibe li balbum, kêfamin gelek hatibu, min û wî bi hevra xeberda, ewîjî xwe baş didît, pişti emelyate ew şev ber deste sibejî di xewek şirînde radize û berdeste sibê, qelbêwî cardin disekine, hew dişixule û wefatdike.
S A : Mesajeki wey ku wun dixwazin bejin heye gelo ?
Ew birayêmin, di işkencede bi ceryanê, bi çarmixî û bi her du lingave, bi rojan sere jêr li bin dumana agir dalaqandi hiştibun, birayêmin M. Nuri problemên wîya ên dil berê, qet tunebu, pişti vê işkence dikete qiriza dil û bi miha ha diwî halide hiştibun, nedbirin nexweşxane, heta roja dawî, ew jê pir aciz bubun, jiber ku jiwanre teslim nebubu, navên havaleki xwe neda û nebubu havalên zilme.
Jiber zilma dewleta tirk, van salên dawî nezikî heft heşt miliyon kurd ji gund, qeza, bajarên xwe reviyan û erdên xwe terikandin, dibe kurd vê tabloye baş belge bikin.
Ev bist, sî salên dawî li Tirkîye ku çi bi serê kurda anîne, hatiye kirin bila bi awayek azad be lêkolinkirin, wê baş beditin ku ev dewleta Tirk, li ser gelê kurd, li ser hemwelatiye xwe qetilîyameke gelek bi organizeli meşandiye, hevîdarim ku gelê kurd vê dawê baş bişopine…
Suayip Adlig
Batman, 25 gulane, 2009