Civak
Arikariya pêwist nagihe Cenderes a rojavayê Kurdistanê
Xelkê bajarokê Cendres ê Rojavayê Kurdistanê gelek kêm alîkarî werdigirin, zêdetirî 4 hezar malbat koçber bûne û tenê çadir ji bo hinek malbatan hatine danîn. Her wiha gihandina pêdiviyên bingehîn jî zehmet bûye.
Li konên ku tê de dijîn germahiya wan tune ye û şevên sar ên zivistanê jî rewşa jiyana hemwelatiyan gelekî zehmettir dike.
Nişteciyên Cenderesê dibêjin ku, Ne ceyran, ne av, ne paqijî heye, rewş trajîk e.
Li gorî agahiyan Rûdawê, di nava kêmtirî 10 rojan de 1100 kes li Cendresê mirine.
270 xanî û avahî bi temamî wêran bûne û hezar û 110 xanî û avahî jî zirar dîtine.
Tenê Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî hewara xelkê Cenderêsê çûye û li gora imkanên xwe birîna xelkê vî bacarî derman dike û hewldide ku wan jiyanê ve cardin girê bide